11:33:13
Rojava News: Avahiya radyoya ARTA FM li bajarê Amûdê yê Rojavayê Kurdistanê agir pê ket û şewitî.
Li gorî zanyariyan, ti ziyanên canî nebûn, lê tevahiya alavên nava wê avayê şewitîn û têk çûn.
Doh bi şev, avahiya sereke ya radyoya ARTA FM li bajarê Amûdê ket ber şewata agirekî û di encamê de tevahiya alav û kelûpelên nav wê avahiyê şewitîn û ti ziyanên canî peyda çê nebûn.
Rêveberiya ARTA FM li ser rûpela xwe ya fermî belav kiriye ku hêzeke çekdar a ser bi Rêveberiya Xweser, baregeha radyoya wan şewitandine, lê heta niha ti daxuyaniyên fermî ji aliyê saziyên Rêveberiya Xweser ya bi ser PYDê ve dernekitiye.
ARTA FM destûra xwe ya kar ji Rêveberiya Xweser wergirtiye, lewma heta niha sedemên şewata avahiya vê radyoyê diyar nebûne û nehatine eşkerekirin.