Print this page

Komên terorîst dîsa êrişî Şêxmeqsûd kirin: 2 birîndar

Rojava News: Komên terorîst dîsa taxa Şêxmeqsûda Helebê dan ber topan. Di encamê de du welatiyên sivîl bi giranî birîndar bûn.

Komên tundrewê terorîst dîsa bi çekên giran ên wekî top û fûzeyan, ji aliyê Seken Şebabî û kolana Muxaberat ve, êrişî taxa Şêxmeqsûda Helebê kirin.

Li gorî agahiyan di encama van êrişan de, du welatiyên sivîl yê bi navê Mihemed Hecî (25) û Xalid Ellawî (20) bi giranî birîndar bûn.