12:46:25
Rojava News: Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nîçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Austria li Îraqê Dr. Mîshêl Dêsêr û şandeka pê re kir.
Nêçîrvan Barzanî: Divê hemahingiya Navdewletî bo Herêma Kurdistanê bêhtir bibe
Li gorî malpera fermî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê doh 26ê nîsanê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nîçîrvan Barzanî pêşwaziya Balyozê Austria li Îraqê Dr. Mîshêl Dêsêr û şandeka pê re kir.
Di hevdîtinê de behsa rewşa siyasî û asayişa Rojhilata Navîn bi giştî, Îraq û Surya bi taybetî kir û amaje bi vê yekê da ku welatê wî û Ewropa rêzê ji xebata gelê Kurdistanê û Pêşmerge digirin ki bi xwîna xwe berhingarê terorê bûne û devera xwe ji metirsiya terorê parastine.
Herweha Nêçîrvan Barzanî li dirêjahiya axaftina xwe, hêvî xwest civaka navdewletî bi awayekê pitir alîkariya gel û Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Pêşmerge û koçber û penaberan bike. Her wiha spasiya Hikûmeta Austria kir ji bo alîkarî û hemahengiya ku heya niha li wan waran kiriye û hêvêya berdewamiya wan alîkariyan xwest.