Print this page

Partiyên siyasî yên Kurdan li Londonê Civiyan

12:52:33

 

Rojava News: Nûnerên partiyên siyasî yên Kurdên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriyê û rewşenbirên Kurd li Londonê di konferansekê de hatin ba hev û derbarê pirsgirêkên Kurdan û têkiliyên di navbera xwe de nîqaş kirin. Di konferansê sosyolog Ismaîl Beşîkçî jî axavtinek kir û li ser parçebûna Kûrdistanê sekinî.

Civîn ji hêla League of Kurdistan Regionsê ve li Londonê hate li dar xistin. Konferans ji du beşan pêk hat. Di beşa destpêkê de Ismaîl Beşîkçî, serokê Partiya Demokrat ya Sosyalîst ya Kurdistanê Heme Hacî Mehmûd û ji Komeleyê Abdulah Mutedî axavtinek kirin. Beşîkçî di axavtina xwe de bal kişand ser Peymana Skyes Pîcotê û got ku parçebûna û parvekirina Kurdistanê hiştiye ku dijminên Kurdan zêdebibin û Kurdistanê jî ji xebatên zanistî re girtiye.

Di beşa duyemîn ya konferansê de rêvebirê Enstîtuya Lêkolînan ya Kraliyeta Yekgirtî Mycel Steves derbarê polîtîkayên demên pêş yên fermî yên Îngîltereyê de agahî da. Piştû van beşan di konferansê de nûnerên partiyên Kurda û rewşenbîrên Kurd derbarê rewşa çar parçeyên Kurdistanê de raport amade kirin. Raportan cî dane van nêrînan: "Divê çarenûsa 40 milyon Kurd û Kurdistanê bê qebûlkirin, li Başûrê Kurdistanê divê referandûm çêbibe, federasyonên Rojhilatê Kurdistanê û Rojavayê Kurdistanê divê bên qebûl kirin û li Bakûrê Kurdistanê jî di bin çavdêriya Neteweyên Yekgirtî û dewletên rojavayî de masea muzakereyê bê ava kirin.

Sputnik