2:44:22 PM
RojavaNews: Îro roja Çarşemê Şandek ji Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê, bi serokatiya Ibrahîm Biro Serokê ENKSê û Berpirsê Peywendiyên Derva yê ENKSê Kamîran Haco bi Komîta Peywendiyên Derve di Parlamentoya Ferensî de bi Serokatiya Elsabeth Guigou civiyan.
Di hevdîtinê de Şanda ENKSê behsa rewşa Sûriyê bi giştî û Kurdistana Sûriyê bi taybetî û danustndinên Cenêvê kirin, û tekezî li ser vegera Pêşmergeyên Roj ji bo parastina herêmên Kurdî li Kurdistana Sûriyê kirin.
Di dawiya civînê de Elsabeth Guigou tekez kir ,ku ewê berdewambin di alîkariya Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê de , herwiha Parlamentoya Ferensî got , ku berdewam bûna ENKSê di danustandinên Cinêvê de pêwîste, herwiha xemgîniya xwe di ne yekrêziya Kurdan de daxwiya kirin.