11:13:08
Rojava News: Hêza Sûriyê ya Demokrtaîk(HSD) ragehand ku, çekdarên DAIŞê li bajarokê Şedadê çekên kîmyayî li dijî navendên wan bikaranîye.
Derbarê vê mijarê navenda ragehandinê ya Hêza Sûriyê ya Demokrtaîk(HSD) daxuyaniyek li ser malpera xwe belavkir, tê de wiha gotibû:"Di 16ê vê mehê çekdarên DAIŞê li gundê Taqa ser bi bajarokê Şedadê çekên kîmyayî li dijî navendên me li wê deverê biranîbûn."
Hêza Sûriyê ya Demokratîk(HSD) da zanîn ku, di encama bikaranîna wan çekên kîmyayî 15e çekdarên wan birîndar bûn û bo nexweşxaneyan hatin veguheztin.