Print this page

Leşkerên Tirkiyê welatiyên Efrînê armanc dikin

4:54:50 PM

RojavaNews: Îro roja Bêncşemê Leşkerên Tirkiyê fîşek avêtin welatiyên  gundê Dêrsiwanê yê bi ser bajarê Efrînê ve ,û di encamde du welatî birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatine bi destxistin, ku îro sibhê leşkerên Tirkiyê fîşek avêtin welatiyan dema di xwestin ji Rojava derbasî Bakurê Kurdistanê bibin, û di encamde her yek ji Nisrîn Şehbo  ya temen 27 salî û Rolyana Îbiş ya 15 salî birîndar bûn, û ew hatin veguhestin bo nexweşxaneya Afrîn.

Her li gor wan agahiyan ku Nisrîn Şehbo jiyana xwe ji dest da.

Tê zanîn ku Nisrîn Şehbo ji bajarê Babê ye û zarokeke wê heye .