Rojava News: Li ber avahiya Rêveberiya Ewlakriya Dîlokê teqîneke mezin qewimî.
Îro roja Yekşemê li bajarê Dîlokê yê Bakurê Kurdistanê saet 09.30ê li ber avahiya Rêveberiya Ewlakriyê teqîneke rû da.
Li gor agahiyên çavkaniyên herêmê teqîn bi wesayîteke bombebarkirî li ber deriyê bingehîn ê avahiya Rêveberiya Ewlekariyê pêk hatiye û piştî teqînê ji cihê bûyerê 11 birîndar bi ambulansan rakirine nexweşxaneyên derdorê.
Parlamenterê AK Partiyê yê Dîlokê Mehmet Erdogan jî ragihand polîsekê jiyana xwe ji dest daya û 10 kes jî birîndar bûne.