5:24:34 PM
RojavaNews: Rêveberiya PYDê û çekdarên bi ser ve berdewamin bi siyaseta desteserkirin û revandin û girtina ciwanan, ji bo leşkeriya neçarî , ku wan çekdaran di meha Nîsanê de êrîşeke tund birin ser Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê li çend bajarên Rojavayê kurdistanê.
Di heman demê de 7 helmetên girtina ciwana di vê mehê de pêkanîne , 3 ji wan li Qamişlo bûn , ji bilî revandna zarokan ji dibistanan û tevlîkirina wan ji bo refên YPGê .
Çekdarên PYDê bi hemû alavên xwe yên raghandinê herweha di rêya dezgehên xwe re û bi taybet dezgeha ku navê wê dike dezgeha malbatên şehîdan li bajarên kobanê , Hesekê , Dirbêsyê , Qamişlo , Girkê Legê û Dêrkê daxwaza dadgehkirina serkirdeyên Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûryê kirin .
Ku daxwaza dadgehkirina her yek ji Brahîm Biro û Diktor Ebdalhikîm Beşar û Foad Elîko û Fesla Yusif û Beşar Emîn kirbûn .
Herweha çekdarên PYDê li wan bajaran axaftinên xirab li ser dîwaran danîn û ENKSê bi xiyanet wesf kir .
Her di meha Nîsanê de xwepîşandan li bajarokê Girkê Lekê li djî ENKSê û Serokatiya Herêma Kurdistanê li darxistin û ew bi xiyanet wesf kirbûn .
Her di meha Nîsanê de çekdarên ku navê xwe dikin asayşa rojava ofîsa Partiya Demkrata kurdistan Sûriya û Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê li bajarê Til Temrê bi zora çekan girtin û piştî heftyekî ji girtna wan herdû ofîsan , PYDê Ofîsa Partiya Demkrata kurd li Sûriyê alpartî ya ku di Encumena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê de jî, li bajarê Til Timrê girtin bi behaneya newergirtina moletê ji rêveberiya wan .
Her dîsa li bajarokê Girkê Legê çekdarên PYDê ofîsa Encûmena Niştîmanî ya kurd li Sûriyê şewtandin .
Di meha Nîsanê de çekdarên PYDê bi dehan ciwan ji bo leşkeriya xwe ya neçarî girtin .
Ku PYDê rêgrên xwe li ser dergehên sereke yên bajarên Hesekê , Til Tmer , Dêrik û Çil Axa danîn û ciwan ji bo leşkeriya xwe ya neçarî girtin û veguhestin ji bo navendên xwe yên perwerdeyê , herweha 3 caran êrîşî bazarên bajarê Qamişlo kirin û bi dihan Ciwan girtin .
Herweha li gundewarê Kobanê heman çekdaran 2 xwendekarên keç di qonaxa seretayî de, bi navê Emel Mistefa Şêx dawud û Semîra Ebdo Şêx bozan revandin ji bo leşkeriya neçarî .
Her li gundewarê kobanê , PYDê êrîşî malên sê birayan yê bi navê Bekir Muslim Derwîş û Hcî Mislim Derwîş û Elî Muslim Derwîş kirin û mal û milkên wan desteserkirin .
Herwiha û ji bilî desteserkirina mal û milkên welatiyan , PYDê nexweşxaneya Viyêne ya diktor Izet Efendî li kobanê desteser kir , bê ku muletê ji xwediyê wê werbikrin .
Ji alîkî din ve li bajarê Dêrkê saziya malbata şehîdan ya bi ser PYDê ve malbatên şehîdên serhildana 12 adarê anko malbata şehîd Hisên û şehîd welîd agedarkirbûn, ku ew paşmayên şehîdan anko rofatên wan derêxînin û bibin goristaneke şehîdên YPGê .
Herweha li bajarê Efîrînê jî sazya şehîda ya PYDê bê razîbûna malbata Ferîde Ehmed Ehmed şehîda serhildana 12 adara 2004 gora wê vekirin û paşmayên wî anko rufatên wê ji guristanê derxistin û birin goristana şehêdên YPGê ya li gundê metîna yê Efrînê.
Her di meha Nîsanê de PYDê li bajarê Amûdê êrîşî radyoya arta FM kirbûn û kel û pelên di hindrê wê dezgehê de desteserkirbûn û şewtandibû .
Herwiha li bajarê Dêrkê jî PYDê rojnemevan Ronî Mihemed revandin û piştî lîkolîn û eşkencê ew serbest berdan .
Di derbarê xwendinê de , PYDê mercên nuh derbasî nava xwendinê kirin ku divê her mamosteyek tevlî xulên perewdeya leşkeriya necarî bibe , ta qebûl bibe .
Hewriha her mamosteyeke keç destgirtî ji kar hat dûrikirin bi hênceta ji bo ku derfetê ji bo keçên din veke .
Di meha Nîsana burî de PYDê bace li ser cihên derxistna remil û sêlakê anko meqil'an danîn ku divê xwedanê wê salane melyon û dûsed pêncî Leyreyên Sûrî bide wan yan jî wê cihê berhemanîna wê were girtin .
Li bajarê Serê Kaniyê jî rêveberya PYDê 35 ten şekir ji bazirganekê wî bajarî desteserkir .
Li bajarê Efrînê çekdarên PYDê termê bi dehan koştyên girûpên Islamî yên di şer û pevçenan de hatne kuştin namayîş kirin .
Û li bajarê qamişlo û piştî çend rojan ji şer û pevçunan di nava PYDê û rêjîmê de , herdû aliyan li hevkirin , lê di encam de bi dehan kuştî û brîndar derketin , lê dema brîndar hatin dergehê sêmalka yê sînorî , PYDê rê nedan birîndaran ku derbasî herêma kurdistanê bibin .