10:51:06
Rojava News: Serokê ENKSê Îbrahîm Biro ragihand ku, wan wek ENKSê li Fransa bi rayedarên Fransî re li ser mijara çûna Pêşmergeyên Rojava bo nav axa Rojavayê Kurdistanê gotûbêj kir.
Îbrahîm Biro ragihand, ew wek ENKSê li ser daxwaza Komîteya Pêwendiyên Derve yê Parlamentoya Fransa çûbûn wî welatî.
Îbrahîm Biro tekez kir, wan him li Fransa û him jî ji aliyên din ên navdewletî re gotiye ku cihê Pêşmergeyên Rojava, axa Rojavayê Kurdistanê ye û dê rojekê her biçin Rojavayê Kurdistanê û got, ku aliyên navdewletî jî ew yek qebûl kirine û piştgîrî dane.
Biro amaje bi wê yekê kir, ku heya niha ji ber helwesta Serokê Heêrma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku rê nade bi şerê birakujiyê di navbera Kurdan bi xwe de, Hêzên Pêşmergeyên Rojava neçûne Rojavayê Kurdistanê û got: “Ev rewş her bi vê awayî nameşe. Cihê Pêşmergeyên Rojava, Rojavayê Kurdistanê ye û dê rojekê her herin Rojavayê Kurdistanê.”
Biro got, ku ew hêvî dikin ku derbasbûna Pêşmergeyên rojava bi lihevkirin û rêkevtinê di navera ENKSê û Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bê kirin.