Print this page

Leşkerên Tirkî sînorê Rojavayê Kurdistan binpêkirin!

11:06:02

 

Rojava News: Hat ragihandin ku leşkerên artêşa Tirkiyeyê li sînorê navçeya Bilbilê 300 metroyan ketin nav axa Rojava.

Dewleta Tirkiyeyê ji Cotmeha 2015an ve careke din avakirina dîwarê di navbera Rojava û Tirkiyeyê de kir. Dîwar li aliyê navçeyên Bilbilê, Cindirêsê, Şiyê û Raco yên kantona Efrînê hatin çêkirin.

Leşkerên Tirkiyeyê sînorê Rojavayê Kurdistan binpê dike, û li ser welatiyên deverê kiryarê ne mirvî dimeşinê, ji aliye din ve jî dest datine ser zeviyên xelkê  da dîwarê sînorî avabike.

Dîwarê ku  ji gundê Bêgê destpê dike û heta gundê Baliya yên navçeya Bilbilê diçe bi dirêjiya 11 kilometrane û di bilindiya  yekmetre û nîve û qederê metreyekê jî telên  rêsayî hatiye danîn.

Herweha artêşa Tirkiyeyê  doh bi 300 metran gundê Baliya ya navçeya Bilbilê buye.  Leşkerê Tirkî zeviyên xelkê ji danina çeken xwe re xirakirine, û rê nadin şêniyên gundê Bêgê û Baliya ku nêzî zeviyên xwe yên çandiniyê bibin.  Ên nêzî zeviyan jî dibin ji aliyê leşkerên Tirkiyê ve têne gulebarankirin.