11:13:03
Rojava News: Li gorî nuçeya li ser ajansa Sputnîkê li taxa Xaçortê ya Wanê tîmên taybet bi ser malekê de girtin û li ber çavê ferden malê kesek înfaz kirin.
Li taxa Xaçortê ya navçeya Rêya Armûşê ya Wanê, tîmên taybet li kolana 15emîn a Lalepaşayê bi ser malekê de girtin û kesekî ku navê wî nayê zanîn înfaz kirin. Hat ragihandin ku tîmên taybet xwediyê malê Adîl Gur li erdê dirêj kirine û bi 2 guleyan ji piyê wî birîndar kirine û her wiha bi levyeyê tiliyê piyê Kevser Gur a ku astengdar e jêkirine.
Kurê Adîl Gur ê bi navê D.G. yê ku şahidiya înfaze kirî bûyer anî ziman û got: ‘Bi carekê ve bi ser malê de girtin. Ketin hundir û kesekî li ber çavê me kuştin. Pişt re bavê min li erdê dirêj kirin û du guleyan berdan piyê wî. Her wiha bi levyeyê li piyê Kevser Gur xistin û tiliya wê jêkirin."
Adil Gur û Kevser Gur bi awayek birîndar hatin binçavkirin û welatiyên bi navê Mazlum Gur, Abdî Gur û Dilbirîn Karabey jî piştîi lêdaneke giran hatin binçavkirin.