Rojava News: Li gundên Sûriyê yên beramberî bajarê Kilîsa Bakurê Kurdistanê şerê di navbera çekdarên DAIŞê û dijbereya rejîma Sûriyê de berdewam e.
Li gundên Îxde, Dûden, Savran û Baragat ên girêdayê navçeya Ezaza Sûriyê, şerê di navbera çekdarên DAIŞê û Artêşa Fetîh de ku ji hinek grûbên dijbereyê pêk tê, berdewam e.
Ji wê navçeya ku dikeve beramberê gundê Arpakesmez a Kilîsê, dengê teqe û teqînan bilind dibe û dûmana ku ber bi esman bilind dibe ji aliyê Bakurê Kurdistanê ve tê dîtin.