Print this page

Pêşmerge ji çar aliyan ve rastî êrişên DAIŞê hat

10:55:36

 

Rojava News: Hêzên Pêşmerge yên li eniya Başîka herêma Mûsilê ji çar aliyan ve rastî êrişên rêxistina terorîst a DAIŞê hatin.

Çavkaniyeke ji lîweya 7ê ya piyade ya Soranê ragihand ku îro berê sibehê seat derdora 05.00an terorîstên DAIŞê li Çiyayê Başîkê ji çar aliyan ve êrişî Hêzên Pêşmerge kirine.

Heman çavkaniyê diyar kir ku ew êriş ji aliyê Hêzên Pêşmerge ve hatine şikandin û şerekî giran rû daye ku heya niha jî berdewam e û hemû pêşmergeyên ku li wê eniyê ne, selamet in û tu pêşmergeyek şehîd an jî birîndar nebûye.

Li gundê Werdekê jî DAIŞê êrişî Pêşmerge kir. Di dirêjahiya êrişên çekdarên DAIŞê yên li ser Pêşmerge de îro seat 05.30ê sibehê DAIŞê li gundê Werdekê yê li eniya Xazirê jî êrişî hêzên Pêşmerge kir.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Eniya Xazirê Arîf Teymûr ragihand ku îro sibehê terorîstên DAIŞê ji çend aliyan ve êrîşî hêzên Pêşmerge kirine û hê jî ew şer berdewam e.

Arîf Teymûr got: ‘Hêzên Pêşmerge ji lîwaya 5ê ya Zêrevanî û Fewca 4ê rûbirûyê wê êrişê bûne û tu ziyanên Pêşmerge çênebûye lê yên rêxistina DAIŞê çêbûne û heya niha ziyanên DAIŞê nehatine zanîn.