11:04:30
Rojava News: Serokê Baroya Dîlokê Bektaş Şarkli ragihand ku li gorî serdanên li baroya me têne kirin di kampên penaberan ên Dîlokê de hem wezîfedar û hem jî sûriyeyî li kampê destdirêjiyan li jinan dikin.
Dozgeriyê di mijara firotina jinan de lêkolîneke berfirek nekir
Bektaş Şarkli di daxuyaniya xwe de got: 'Di 12ê Nîsana 2015an de ji bo firotina jinan me daxwaznameyek da Serdozgeriya Komarî ya Dîlokê. Di daxwaznamê de me ji dozgeriyê xwest ku firotina jinan bi awayekî berfirek were lêkolînkirin, lê dozgeriyê lêpirsîneke berfireh nekir. Lewma di dosyayê de bi hezaran meqbûz hene û di meqbûzan de navê gelek firmeyan derbas dibe. Heta Miduriyeta Ewlehî ya Dîlokê dema bi ser ofîseke dovîzan de girt, pereyekî zêde, pasaport û gelek dosyeyên erebî hatibûn desteserkirin.'
Serokê Baroya Dîlokê di dirêjiya axaftina xwe de got:'Li gorî serdanên ku li baroyê têne kirin li kampên penaberan li dijî jinan destdirêjî diqewime. Xala herî girîng jî ew e ku jin ji terefê wezîfedarên kampên ve rastî destdirêjiyê tên, her wiha zilamên sûriyeyî jî destdirêjiyan dikin. Li baroyê gelek serdanên xeyrî fermî têne kirin û ev di çapemeniyê de cih nagrin. Civaka Sûriyeyê jî civakeke girtî ye. Piranî bûyerên wiha li kampê ser wan tê girtin. Lewra hetanî niha kamp ji saziyên sivîl re nehatiye vekirin. Ev kamp çawa dixebitin, di nava wan de çi diqewime qet haya me jê nîne.'