Print this page

Tilsiqof bi temamî ji DAIŞê hat paqij kirin!

00:45:24

 

Rojava News: Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Tilsiqof   bi temamî kontrolkirin û hemû çekdarên ew êrîş pêkanîne hatin kuştin.

Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, Tilsiqof  bi temamî kontrolkirin û hemû çekdarên ew êrîş pêkanîne hatin kuştin.

Çavkaniyên hêza Pêşmerge, li bereya Tilsiqof  ragehand, hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê îro piştî nîvro, bajarê Tilsiqof  li Rojhilatê Musîlê bi temamî kontrolkirin û ji çekdar ên DAIŞê paqij kirin.

Hat zanîn Piştî ku çend çekdarên DAIŞê îro serê sibê dizekiribûn bo nav taxên bajarokê Tilsiqof  , hêzên Pêşmerge  ew bajarok bi temamî ji DAIŞê paqijkirin.

Li gor fermandeyên hêzên Pêşmerge heya niha 110 çekdar ên DAIŞê di şerê Tilsiqof de hatîne kuştin û 18 Hamer û zirîpoş û çar bildozer û bi dehan otombîlên pîkab ên doşke helgir ên Daişê hatin têkşikandin.