Print this page

Mesrûr Barzanî destxweşiya serkeftinên Pêşmerge yên îro kir

Rojava News: Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya Taybet li Twitter nivîsiye, destxweşî li serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li bereya Tilsiqûf, Başîk, Naweran û Guwêr kir.

Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li ser hejmara xwe ya Taybet li Twitter nivîsiye, destxweşî li serkeftinên Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê li bereya Tilsiqûf, Başîk, Naweran û Guwêr kir.

Di beşekî din de ji peyama xwe Mesrûr Barzanî gotiye: “Pêşmergeyên Kurdistanê baştirîn hêviya dinayê ye jibo têkşikandina çekdarên DAIŞê, herwiha pêwîste  ku Hevpeymaniya Navdewletî Pêşmergeyan dil rast bike ku, ew dê ji DAIŞê pirçektir bibin.”

Herwiha nivîsiye: “Ez destxweşiyê li Pêşmerge û fermandeyên qehreman dikim ku di êrîşa îro de çekdarên DAIŞê têkşikandin û nîşan dan ku Kurdistan dê bibe goristana têrorîstan.”

Ji aliyekî din ve Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê serxweşî ji malbatên şehîdan re xwest ku xwe dikin bi qurbaniya Kurdistanê û gotiye: “Ez serxweşiyê ji malbatên şêdîdên Pêşmerge û wî serbazê Amerîkî ku îro şehîd bûn dixwazim.”