Print this page

Cendirîsê: 5 top nava bajêr ketin!

11:39:57

 

Rojava News – Cendirîsê:  Doh roja sêşemê 05/03/2016, pênc topên hawanê li nav taxên başûrê  Cendirîsê ya bi ser  herêma Efrînê ketin.

Li gorî çavkaniyên herêmî, Dohî roja sêşemmê 5 topên hawanê li nav taxên başûrê Cindîrîsê ketin. Ji wan topan yek jê li “bazara gel”  ya sebzeyan ket, yekî din jî li nêzîkî mizgefta rojhilatê ket.

Li gorî zanyariyên ji çawkaniyên deverê  hatine wergirtin ziyanên canî rû nedane, lê mixabin ziyanên maddi li deverê derketine holê.

Li gor heman çavkaniyê, Ew topên hawanê  ji deverên dibin kontrola Cephet El Nusra (Baskê El Kaîdeye ) ji parêzgeha Idlibê hatine avêtin