Print this page

Girê Spî: Artêşa Tirkî dîsan herêmên sînor gulebaran kir

11:48:52

 

Rojava News: Artêşa Tirkiyê Doh 7:00 êvarê  derdora Deriyê Sînor ê Girê Spî bi çeken giran gulebaran kir.

Artêşa Tirkî  şevê din bi çekên giran derdora Deriyê Sînor yê di navbera Girê Sipî û navçeya Kaniya Xezalan (Akçakale) ya Rihayê de, gulebaran kir  gulebarana cendirmeyên Tirkî nêzî 5 xulekan domiya  lê tiştek bi xelkê deverê nehat.

Arteşa Tirk ji 24’ê cotmeha 2015’an ji xwere kiriye adet û de dem bi dem sînorên Girê Sipî û Kobanê gulebaran dike.