Rojava News: Çekdarê rêxistina terorîstî ya baskê El Kaîde Cephet el Nusra moşekan davêjin Şêxmeqsûd, ta niha 3 sivîl birîndar bûne.
Çekdarê rêxistina terorîstî ya baskê El Kaîde Cephet el Nusra û Ehrar El Şam taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê ji vê êvarî de dane ber topbaranê û bi moşekan malên sivîlan ên taxê dikin ermanc.
Ji ber topbaranê 3 welatiyên sivîl birîndar bûn.
Birîndar rakirina Navenda Tenduristiyê ya dibin kontrola Kurda de.