Print this page

Girê Spî: Li ser sînor dîsa welatiyê Kurd hatin kuştin!

 

12:09:51

Rojava News: Artêşa Tirkiyeyê li ser sînorê Girê Spî 3 welatiyên sivîl gulebarankir 2 kesan jiyana xwe ji dest da yek jî birîndar bû.

Cendermeyên Tirkiyê îro sere sibehî  li ser sînorê di navbera bajarê Girê Spî û Tirkiyeyê de gule li 3 welatiyên Kobanî reşandin di encamê de 2 welatiyan jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû.

Hat zanîn  li gundê Merkeba ku 27 km dikeve rojhilatê bajarê Girê Spî gule li 3 welatiyên ji gundê Şêranê yê bi ser Kobanî ve dema xwestin sînor derbaskin rastî gulebarîna leşkerên Tirkiyê hatin.

Li gor zanyariyan di encama gulebaranê welatiyê bi navê Gulmihemed Temo 40 saliye,, Mistefa Mihemed 22 saliye jiyana xwe ji dest dan. Herweha Ebilxenî El-Elî yê 29 salî jî birîndar bû.

Welatiyê birîndar û termê herdû welatiyan din rakirin nexweşxaneya bajarê Girê Spî.