12:42:08
Rojava News: Li gundê Aşûtê yê navçeya Çelê qedexeya derketina derve hat berfirehkirin û li 5 cihên din jî qedexe hat îlankirin.
Li gundê Aşûta Çelê ya Colemêrgê piştî di navbera endamên PKKê û hêzên artêşa Tirkiyeyê de şer derket, qedexeya derketina derve hatibû îlankirin û piştre jî qedexe hat berfirehkirin. Li gundê Gêman û taxên wê Mêrgan, Zawîte, Koprulu û Minyanişa de jî qedexe hat îlankirin.
Hat ragihandin ku qedexe wê piştî saet 12.00ê şevê dest pê bike. Hate diyarkirin ku hemû gund ji aliyê hêzên artêşa Tirkiyeyê ve hatine dorpêçkirin.