Print this page

ENKS banga Îtilafa Sûriyê kir, hin nûnerên kurd ji nav xwe bavêje!

Rojava News: Encumena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) ji Hevpeymaniya Dijbereya Sûriyê (Îtilaf) xwest, 3 nûnerên Kurd ji Îtilafê bên avêtin.

ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand ku wê nameyek ji Serokê Îtilafê Hadî El-Behra re şandiye û daxwaz kiriye ku Goman Hisên ku endamê polîtbîroya El-Partî ye û Ehmed Çeto ku endamê polîtbîroya partiya El-Wehde ye ji Îtilafê bên dûrxistin ji ber ku herdu partiyên wan ji ENKSê hatine derxistin.

ENKSê di nameya xwe de gotiye ku ewê piştre navên du kesên din li şûna Goman Hisên û Ehmed Çeto diyar bike.

ENKSê her wiha ji Îtifalê xwestiye ku nûnera ENKSê di Îtilafê de Hîvrûn Şerîf jî were dûrxistin û Mihemed Elî Îsa li şûna wê were danîn.

Tê zanîn, ENKSê bi hêceta ku di hilbijartina endamên Lêvegera Siyasî ya Rojavayê Kurdistanê de dengên xwe dane TEV-DEMê, partiyên El Wehde, El Partî û Wîfaq ji nav xwe derxistibû.