11:23:15
Rojava News: Li ser vexwendina Nuneratiya Ewropayê, Encûmena Niştimanî ya Kurdî şaxê li Berlinê bajarê Almanyayê bi beşdariya dehan endamê rêxistinê û welatiyên Rojavayê Kurdistanê nerazîbunek li beranber siyaseten PYDê hat eli darxistin.
Endamê encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê roja şemiye li Berlînê wek nerazîbûnek li beranber siyaseten PYDê yê li beranber kadir û endamê ENKSê, û labirina Sembolû armayên wa, her weha dijitayiya li beranber Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Berzanî bi penkar û dirûşman şermezar kirin.
Di şermezarkirina nerazîbuna li beranber kiryarên PYDê Hiseyn Mixemmed axaftinek kir û hin hurguliyên di derbarê kiryarên zordarî ji aliyê Partiya Yekîtiya Demoqrat li dijî hêzên ENKSê bi taybetî jî li dijî Encûmena Niştimanî ya Kurdî ji binçavkiria kadiran û şewitandina ofîsên ENKSê û êrîşên li beranber serokê Kurdistanê Mesûd Berzanî eşkerekir.