Print this page

Nişteciyê Qamişlo navendê vala dikin!

11:31:47

 

Rojava News: li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê ji sedema bihîstina dengê guleyan danê vê sibehê kesên ku, serdana navenda bajêr kirbûn, navend bicêhiştin û valakirin.

Li gorî nuçeya K24ê doh piştî ku  sibehê dengê guleyan li bajêr hate bihîstin, ew yeke bû cihê metrsiya welatiyan û bû sedema ku, kesên çûbûn navenda bajêr vegerin malê xwe û navendê bicîh bihêlin.

Di çend rojên borî de şer û pevçûn di navbera Asayîşa Rojavayê Kurdistanê û hêzên bi ser rejîma Sûriyê ve li bajarê Qamişlo derketibûn, ev yeke bûbû cihê metrisiya xelkê ku, bûyerên wî bajarî çareka din dubare bibin.

Di şerê Qamişlo yê vê dawî yê de û li gor Desteya Tendirûstiyê ya Kantona Cizîrê 10 şervanên YPGê û 17 welatiyên sivîl hatin kuştin.