Print this page

Hesekê … 3ê zarok di encama teqîna mayînekê birîndar bûn

2:58:19 PM

RojavaNews: Duh Roja şemiyê di encama teqînq mayînekî ji paşmayên DAIŞê , 3ê zarok ji gundewarê bajarê Şedadî li başûrê Hesekê birîndarbûn.

Li gor agahiyan piştî ku malbatek ji gundê Kişkiş ji ber şerê li gund hewl da ku birevin, mayînek ji paşmayên DAIŞê bi wan de teqiya, û 3ê zarok ji malbatê birîndar bûn, û bo nexweşxaneya Niştîmanî ya li Hesekê hatine veguheztin.

Her li gor wan agahiyan ku, birîna wan zarokan  awarteye, yek ji wan dê bi çavekî kor bibe, û hêj rewşa wan ya tendirustî di bin çavdêriyê de ye.

Tê zanîn ku, bi dehan ji sivîlên gundewarê Hesekê bûne qurbaniyên mayînên DAIŞê, bi taybetî li herêmên Şedadî û Holê li başûrê Hesekê.