Print this page

Girge legê: bombeyek li ber deriye ofîsa ENKSê teqiya!

13:41:06

 

Rojava News: Berbanga sibehî îro duşemmê bombeyek li ber deriye meclîsa herêmî ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê, ya li bajarê Girgê Legê bombeyek teqiya û zerarê madî gihandin derûberê.

Li gor zanyariyên teybet ji bo Rojava News hatiye daxuyandin "îro berbanga sibehê demjimêr  li 2:00 ya (2016 – 05- 09) nişteciyê Girgê Legê bi denge teqînak dijvar hişyarbûne, û hatiye zanîn ku li ber deriya ofisa meclîsa herêmî ya Encûmena Niştimanî ya li bajar bombeyek hatiye teqandin.”

Hemen çavkaniyê diyar kir ku; Li cihê teqinê agir bi hin cîha ketiye û ziyanên madî gelekî rûdane, beyî ku cangorî bibin.

Li gorî heman çavkaniyê di 04.24.2016 de, komeke rûgirtî yê ku bi ser  Partiya Yekîtiya Demoqrat PYDê ne nivîsgeha Encûmena Niştimanî ya Kurdî li bajarê Sûriyê girge legê şewitandibûn.

 

 

Her weha berî niha milîtanên PYDê roja 23.04.2016  ofîsên partiya (Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê, û Yekîtî partiya kurdî li Sûriyê) li bajarokê til temir girtibûn.