Print this page

Qamişlo: leşkerên Tirkiyê rê li ber çinîna mûsimê çandiniyê digre

11:36:57

 

Rojava News: Tirkiyê li ser sînorê Rojavayê Kurdistanê welatiyên wê rê li pêşiya welatiyên wê deverê dikin ku, mûsimê xwe yê nêzîkî sînor biçinin.

Li gor nuçeya K24ê welatiyên gundê Girkê Zêra, Letîfiyê, Qere Hesen û Til Bişkê ji tirsa kuştinê li ser destê  leşkerên Tirkiyê nikarin musimê xwe yê Nîsk û Kemûn biçinin, ji ber ku, li gor welatiyan cendirmeyên ku, sînorê Tirkiyê diparêzin ew agehdar kirine ku, eger nêzîkî sînor bibin ew dê bêne kuştin.

Welatiyê wan gundan dane zanîn ku, leşkerên Tirkiyê ew agehdar kirine ku, divê ew bi 60 metreyan dûrî sînor bibin. 

Tê zanîn ku, bi dehan welatiyên wê deverê çaverêya çinîna musimê çandinya xwe dikin daku, debara jiyana xwe di wê rewşa kampax ya ku, Rojavayê Kurdistanê tê de derbas dibe bikin.

Sala borî zeviyên gundên bajarên Kobanê ji ber koçberiya welatiyan ji êrîşên DAIŞê bê çandinî man.