2:18:59 PM
RojavaNews: Îro roja Çarşemê Polîsên Leşkerî yên bi ser PYDê ve, dest bi hilmeta girtina Ciwanan bi buhaneya leşkeriya neçar li Çil Axa kirin.
Li gor agahiyên hatina bi dest xistin, ku îro Dewriyatên çekdar ên bi ser PYDê ve li ser rêbenda bajarokê Çil Axa sekinîn û bi dehan ciwan girtin.
Tê zanîn ku berî sê roja Dewriyatên PYDê li hemû dikanên bajêr geriyan , da ku xortan bigirin û wan bibin leşkeriya neçar.