12:33:12
Rojava News: Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK)ê bi buneya salvegera roja derketina kovara Hawarê û wek roja zimanê Kurdî jî tê bibîranîn pîroz kir û peyamek weşand.
15ê Gulanê destpêka derxistina Kovara Hawarê ye, hejmara yekem a Kovara Hawarê di 15ê Gulana 1932an hatiye weşandin.
PSKê di peyamê xwe ya bi reya Bas newsê hatiye weşandin de gotiye; “Mirov dikare bibêje ku bi derketina Hawarê bendek zexim li ber pêla asîmilasyonê hate girtin; bîr û baweriyeke mezin, sînerjiyeke mezin derket holê. Hawar bû dibistaneke çand, ziman, edebiyat û tarîxa kurdî û di belavbûna hestên neteweyî ya li seranserê welêt de roleke mezin leyîst.”
Herweha di peyamê de banga herkesi dikin da ku; “ne tenê di 15ê Gulanê de, lê her dem xwedî li wê ked, bawerî û hişmendiya neteweyî ya kedkarên Hawarê derkevin.”
Û bi minesebeta roja 15ê Gulanê Mîr Celadet Bedirxan û ew rewşenbîr û nivîskarên ku keda wan di weşandina Hawarê de, di parastin û pêşdebirina ziman û çanda kurdî de heye bi rêzdarî bi bîr anîn.