Print this page

DAIŞê bi çekên kîmyewî êriş kir: 14 pêşmerge birîndar bûn!

12:39:18

 

Rojava News: Rêxistina terorîst a DAIŞê careke din li eniya Mexmûr Gwêrê bi çekên kîmyewî êrişî Hêzên Pêşmerge kir.

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li eniya Mexmûr û Gwêrê, Sîrwan Barzanî ragihand ku roja şemiyê borî terorîstên DAIŞê bi çekên giran êrişî pêşmerge kirine. Barzanî eşkere kir ku di wan pêlên êrişan de DAIŞê çekên kîmyewî bi kar aniye ku di encama êrişa kîmyewî de 14 pêşmerge birîndar ketine.

Barzanî ew yek zelal kir ku rewşa pêşmergeyên birîndar negiran e û wan êrişa DAIŞê têk şikandiye û şer niha rawestiyaye.

Hêj nediyar e ku DAIŞê çi cûre xaza kîmyewî bi kar aniye. Ev ne yekem car e ku DAIŞê çekên kîmyewî bi kar tîne. Terorîstên cihadîst meha Sibatê, li Şingalê herî kêm sê caran bi xaza klorê êriş biribûn ser pêşmerge. 25 Sibatê di rêze-êrişekê de herî kêm 200 pêşmerge û sivîl birîndar bibûn. Tebaxa 2015an yekem car hatibû piştrastkirin ku DAIŞê xazên kîmyewî bi kar tîne. Wê demê bi xaza xerdelê 35 pêşmerge birîndar bibûn.

Roja îna borî Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) hêzên dijbere û cîhadîstên Sûriyê bi bikaranîna çekên kîmyayî tometbar kiribû û gotibû êrişên wan li ser hêzên Rojavayê Kurdistanê digihine asta tawanên şer.