Print this page

Şêwirmendê Barzanî: ENKS û EGRK, her du jî xetabar in

Rojava News: Şêwirmendê Serokezîrê Herêm Kurdistanê di karûbarên Rojavayê Kurdistanê de, Mistefa Şefîq diyar kir, eger îro “Rêkeftina Dihokê” nehatiye cîbicîkirin her du aliyên Rojava li hember vê yekê berpirsiyar in. 

Şêwirmendê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê di karûbarên Rojavayê Kurdistanê de, Mistefa Şefîq ji malpera fermî ya PDKê re ragihand, “Rêkeftina Dihokê” ya ku di navbera Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Encumena Gel li Rojavayê Kurdistanê-TEVDEMê (EGRK) de hatibû avakirin, bi temamî nehatiye cîbicîkirin.

Mistefa Şefîq diyar kir ku her du encumen jî li hember vê rewşê berpirsiyar in û xetayê her du aliyan jî heye û wiha pêde çû:

“Ew 4 partiyên ku xwe kirin yek û Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê avakirin, pişka kursiyên xwe bi temamî nestandin her wiha hinek partiyan di nav ENKSê de deng dan PYDê. Ev jî bûn sedema derketina arîşeyan.”

Li gorî şêwirmendê Serokwezîr, ya girîng ew e ku Rojavayê Kurdistanê hev bigire lê hinek tişt pêşiya vê yekê dibin asteng û nahêlin rêkeftin were cîbicîkirin û ew biryarên ku hatine dayîn ji bîra xelkê herin.

Rêkeftina Dihokê di navbera ENKS û EGRKê de û bi çavdêriya Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî hatibû îmzekirin. Her du aliyan li ser sê xalan li hev kiribûn: Avakirina Lêvegera Siyasî, avakirina hêzeke hevbeş a leşkerî û parvekirina desthilatê.

Heta niha tenê Lêvegera Siyasî hatiye avakirin lê di hilbijartina endamên wê de nakokî ketiye navbera partiyên Rojava bi taybet ENKSê.