Print this page

Fermandarê CENTCOMê serdana Rojava kir

11:15:34

 

Rojava News: Fermandarê Hêzên Navendî yên DYAyê (CENTCOM) General Josepp Votelî serdana Rojava kir û li gel rayedarên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hevdîtin kir.

Li gor daxuyaniya ku ji CENTCOMê hatiye kirin, Votel li Rojava bi hêzên li hember DAIŞê şer dikin û leşkerên Amerîkî yên wezîfeya perwerdeyê û şêwirmendiyê dikin re kom bûye.

Di daxuyaniyê de tê gotin ku "General Votel, bi şervanên Ereb yên Sûrî û bi şêwirmendên leşkerî yên Amerîkî ku bi rêberên Hêzên Sûriyeya Demokratîk re kom bûye."

Nûnerê taybet ê di hevpeymana navdewletî yê li hember DAIŞê Brett McGurk jî li ser hesabê xwe yê twiiter ê ragihand ku "Di demeke ku serokên DAIŞê neçar dimînin qeydên dengê xwe di nava tarîyê de bigirin, General Votel, ji bo plana êrîşa Rakkayê li Sûriyê bû".

Derbarê ciyên ku fermandarê DYAyê agahî nehatiye dayîn, lê li gor nûçeyên di çapemeniya Amerîkayê de hatine belavkirin Votel, nêzîkî 11 saetan li Sûriyê maye.

Votel çend meh berê dest bi wezîfeya xwe ya CENTCOMê kiribû. Ji sala 2014an û vir ti rayedarên leşkerê yên payebilind serdana Sûriyê nekiribûn ku DYAyê di vê demê de dest bi kampanyeya dij DAIŞê kiribû. Serdana Votel di vê astê de bûye serdana yekemîn.