Print this page

Kobanî: Balafiran 2 Otomobîlê DAIŞê rûxandin

Rojava News Kobani: Li Kobanî, balafirên şer li rojhilatê bajêr li komek çekdarên DAIŞê dan, Pêşmerge bi çekên giran û şervanên Kurd  jî bi operasyonan roja DAIŞê reş kirin.

Doh piştî nîvro balafirên şer komek çekdarên DAIŞê ku bi otomobîlê li rojhilatê bajêr diçûn, dan ber bombeyan û imha kirin.

Herweha Çekdarên DAIŞê xwestin otomobîleke bombekirî derbasî nav bajarê Kobanî bikin jib o xwekujiyê lê ji aliyê balafiran ve hat teqandin.

Pêşmergeyan doh danê sibê û piştî nîvro li çeperên DAIŞê yên li Miştenûr û Kaniya Ereban dan, di nav bajêr de jî şervanên Kurd operasyonên berfireh li dijî DAIŞê li dar xistin…