12:56:18
Rojava News: Doh roja çarşemmê hêzên Asayişa bi ser PYDê avêtin Basûtê û çend gundên din 3 xort bi sedema leşkeriya neçar desteserkirin.
Dohi hêzên asayişa PYDê gundê Basûtê yê bi ser bajarê Afrînê dorbeçkirin û piştî kontroleke ne asayî 3 xortê ji heman gundî desteserkirin.
Li gor zanyariyên gihane destê Rojava News; Her 3ê xortê ku desteserkirine bê ku riza wan û malbata wan bê girtin ji bo wargehê leşkerî hatine hinartin.
Herweha li nêzîki gundê Basûtê çend gundê din jî bi vî cûrî rastî dorpêça leşkeriya neçar mane, û ew yek jî buye sedem ku xelkê deverê ne razîbûnekê nîşanbidin.
3 xortê ku bi sedema leşkeriya neçar bi zorê hatine birin yê bi navê Berzani muhamed, Rêwan Abdo û Mesûd Omerin.
Ta niha jî malbatê wan 3ê kesan di derbarê zarokê xwe de tû agahî wernegirtine.
Hêzên bi ser PYDê bi şewayekî periyodîk gunda dorpeç dikê û bê xwebexşiya wan kesan bi zorê xorta ji bo leşkeriya neçar vedûgihêzî leşkergehan.