08:57:50
Rojava News: Artêşa Tirkiyê dest bi topbarankirina bajarê Efrînê kir.
Li gorî agahiyên ji malpera Demoqrat Nuçe ya Tirkiyê hatine wergirtin; Artêşa Tirkiyê doh 27ê gulanê gundê Tata Meraş yê bi ser bajarê Efrînê yê Rojavayê Kurdistanê da ber topbaranê.
Di encama topbaranê de ti zirarên canî çênebûne û tenê zirarên madî gihîştin mal û milkên welatiyên gund.