Print this page

Xelkê sivîl ji Ezazê derdikevin!

09:34:55

 

Rojava News: Ji ber pevçûnên di navbera DAIŞê û Artêşa Azad a Sûriyayê, bi hezaran sivîl ji herêma Ezazê reviyan û xwe dispêrin bajarê Efrînê.

Ji doh danê sibehê ve terorîstê  DAIŞê li gundên rojhilatê bajarê Ezazê 12 gund û gelek kampên koçberan xistin bin kontrola xwe û 500 metreyan nêzî bajêr bûn.

Ji ber pevçûnên ku li herêmê di navbera DAIŞê û Artêşa Azad a Sûriyayê de rû didin, bi hezaran sivîl ji herêma Ezazê reviyan û berê xwe didin Efrînê.

Li gorî hin zanyariyan  hejmara sivîlên ku ji  Ezazê di nava 3 rojan de gihiştine Efrînê nêzî  6 hezaran kesi ye.