Print this page

Helep: Taxa kurdan tê topbarankirin: kuştî û birîndar hene!

11:15:53

 

Rojava News: Li taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê yê Sûriyê,  di encama topbarana hêzên çekdar yên girêdayî opozîsyona Sûriyê  de, 4 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.

 

Ev çend roj in çekdarên opozîsyona Sûriyê bi topan êirşî taxa Şêx Meqsûd a Helebê dikin.

 

Li gorî agahiyan, heta niha 4 sivîl hatine kuştin ku di nav wan de 3 zarok jî hene, 17 sivîl jî birîndar bûne.

 

Tê gotin ku çekdarên opozîsyona ji taxa Bistan El Paşa ve taxa Şêx Meqsûd topbaran dikin.

 

Taxa Şêx Meqsûd a Helebê, ku wek taxa kurdan tê zanîn, ji aliyê hêzên kurdî ve tê parastin.