12:00:25
Rojava News Li bajarê Amûdê, 4 kadroyên Partiya Yekitiya Kurd li Sûriyê (El Wehdê) ji aliyê Asayişa PYDê ve hatin girtin.
Şeva borî hêzên Asayişa girêdayî bi Partiya Yekitiya Demoqratîk PYDê ve avêtin ser mala 4 kadroyên partiya El Wehdê û ew girtin.
Li gor zanyariyan; hêzên Asayişa Amûdê yên bi ser PYDê dest danîne ser kelûmelên mîna telefon û komputerên wan jî.
Li Amûdê kesên ku hatine girtin û ber bi cihekî nediyar ve hatine birin, Enwer Naso endamê komîteya navendî ya partiya yekîtiya kurd li Sûriyê û Ebdulîlah Ocê endamê heman komîteyê ye.
Lê ta niha di derbarê girtina wan 4 kesan de sedeme ke fermî nehatiye eşkerekirin.
Beriya niha jî hêzên Asayişê derdora 40 kes li bajarên Dêrik û Amûdê girtibûn