1:32:48 PM
RojavaNews: Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê beşdarî operasyoneke mezin di bin serpriştya serokê herêma kurdistanê Mes'ûd Barzanî li Herêma kurdistanê dibin .
Li gor agahiyan ku pênc hezar pêşmergeyên Herêma kurdistanê, ku leşkerê Roj jî di nava wan dene duh dejmêr çar û nîvê sibehê beşdarî operasyona rizgarkirina xazir li Herêma kurdistanê bûn
Di operasyona xazir de pêşmergeyan bi çekên giran şerê DAIŞê kirin û ziyanek mezin gihand çekdarên DAIŞê û hijmarek gund rizgarkirin , mîna gundê miftî û xatûn .
Herweha balafrên hevpeymanya navdewletî jî beşdarî operasyona xazir bûne û bingehên DAIŞê li wan deveran bombebaran dikin .
Berî niha jî leşkerê roj ango pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê beşdarî operasyonên herî mezin li herêma kurdistanê bûne mîna çiyayê zertik û şingal û Hesen şam û bendava Mûsil û gelek operasyonên din.