Print this page

Nûneratiya ENKS li Herêma Kurdistanê pêşwaziya şanda kwalisyonê kir

12:57:09 PM

 

RojavaNews: Duh roja Duşemê Nûneratiya Encumana Niştîmaniya Kurd li Herêma Kurdistanê pêşwaziya şanda kwalisyona Sûriyê  bi serokatiya Serokê wê Enes Ebde  û hijmarek ji Endamên Desteya Siyasî kir.

 

 Di civînê de şanda Kwalisyonê tekezî li ser pabendiya wan bi belgeya imzekirî di navbera  Kwalisyonê û ENKSê de kir,herwiha wê şandê got ku doza Kurdî beşekî serekeye ji doza Sûriyê, û li ser rewşa penaberên ku li Herêma Kurdistanê ne sekinîn.

 

Ji aliyê xwe ve Endamên Nûneratiya ENKSê rexne li helwêsta Siyasî ya Kwalisyonê hember doza Kurdî kirin.