11:21:50
Rojava News: Encûmena Niştimanî Kurd li Sûriyê (ENKS) çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk bi revandin û lêdana Serokê Xwecihiya ENKSê li bajarê Amûdê tuhmetbar dikin.
Doh 31 Gulanê, Emîndariya Giştî ya ENKSê di daxuyaniyekê ragehand: “Di dirêjeya kiryarên PYDê de li dijî ENKSê, girûpek çekdar ser bi deselata dîfakto ya PYDê ve, roja 30 Gulanê derdora seet 10 êvarê, Serokê Xwecihiya ENKSê li bajarê Amûdê revandin bi orombîley cûre Van reng sipî û ew birin cihekî nediyar, li wir bi tûndî lêdan û ew îşkence kirin û ew li çolê avêtin haeta nîvê şevê ku jibo nexweşxaneya Amûdê hate veguhestin.”
Herwiha di daxuyaniya ENKSê de hatiye jî: “ENKSê kiryarên bi rengî bi tundî şermezar dike û hişyariyê dide PYDê derbarê encamên xirab yên siyaseta wê derbarê ENKSê û alîgirên wê.”
Di dawiya daxuyaniya xwe ENKSê tekz dike ku ev kiryarên bi vî rengê dê wan bihêztir bike û nebin sedem ku ENKSê ji xeta xebata xwe ya neteweyî were xwarê, herwiha bangewazî hemû aliyên Kurdistanî û Navdewletî dike bi erkê xwe rabin jibo parastina gelê Kurd jivan kiryaran ku bi tenê xizmeta dijminên doza kurd dike.