11:30:00
Rojava News: Rêxistna Neteweyê Hevgirtî: “desthilatdarên Rojava yê Kurdistan bi wê yekê tohmetbar dikê ku rê nadin xelk ê sivîl da xwe ji burdûmanên rijêma Suriyeyê rizgarbikin werin Kurdistanê.
Di ragehandinekê de, Netewe yên Hevgritî dibêje: 8 hezar sivîl bi eger a burdûman a rijêm a Esedê ji bakûr a Helebê revîne û ber bi dever ên Kurdî çûne, belê desthilatdar ên rojava ya Kurdistanê û bi taybetî desthilatdar ên PYDyê rê nadin ewê xelkê bihên dever ên Kurdî û penagehek a aram ji xwe re vebînin.
Herweha Netewe yên Hevgrietî dibêje: piranî ya danîşvan ên dever ên bakûr a Helebê û bi taybetî dever a Mari, mal û mulk ên xwe bi cih hêlane, lê bi eger a wê yekê ku desthilatdar ên Kurd rê ji wan girtien, niha çarenivîs a wê xelkê ne xuyaye.