11:50:41
Rojava News: Şêwermendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragehand ku, ti sedemek nîne ku, Yekîneyên Parstina Gel(YPG) rêgiriyê bi Hêzên Rojavayê Kurdistanê ku, bi "Leşkerên Roj" têne naskirin bigre.
Di çarçoveya hevdîtineka xwe ligel rojnameya Waştinton Post a Amerîkî re Şêwermendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî da zanîn ku, Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê jî Kurdin û dixwazin vegerin Rojavayê Kurdistanê daku, bergiriya welatê xwe bikin û navçeyên xwe biparêzin.
Şêwermendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî aşkere kir ku, Herêma Kurdistanê di wê bariyê de ye ku, ew ew hêz hêzeke amadeye û bawerî pê kirye, da zanîn ku, dibe ku, Amerîka di şerê li dijî DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê pişta xwe pê girê û tenê bi YPGê kirêne.
Barzanî diyar kir ku, hêza "Roj" hêzeke bi rêk û pêke û pêwendiyên wê bi ti grûpên guman lê kirî nîn in.