Print this page

Kobanî nêzîkî rizgarbûnê ye

Rojava News: Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanî ragihand ku, niha nêzîkî % 90ê Kobanî hatiye rizgarkirin û di 2 rojên bê de Kobanî bi temamî tê rizgarkirin.
    

Fermandarê Hêzên Pêşmerge li Kobanî Emîd Şewket Mizûrî ji KDP.info re ragihand: “Şeva borî şerekî giran di navbera me û çekdarên DAIŞê de li derdora Kaşê Miştenûrê derket û di wî şerî de me karî taxa Îzayeyê ya rojhilatê bajêr bixin destê xwe de.”

Derbarê rêjeya bajarê Kobanî ya di destê hêzên kurdî de, Mizûrî wiha got: “Niha nêzîkî % 90ê Kobanê di destê me de ye û çekdarên DAIŞê tenê û çekdarên DAIŞê tenê li rojhilatê başûrê Kobanî mane, ew jî taxa bi navê Kaniya Kurdan e.”

Wî fermandarê Hêzên Pêşmerge wiha domand: “Bi wê pêşveçûna şervanên YPGê û Hêzên Pêşmerge, di nava 2 rojên bê de wê dawî bi DAIŞê bê li Kobanî û tenê wê gundên herêma Kobanî bimînin, ku ji me re hatiye gotin nêzîkî 300 gund li derdora Kobanê di destê çekdarên DAIŞê de ne.”

Derbarê rola hevpeymaniya navdewletî di şerê Kobanî de, Şewket Mizûrî da zanîn ku, Şevê din balafirên hevpeymaniyê bi giranî li çeperên DAIŞê li Kobanî dan.

Derbarê rewşa Hêzên Pêşmerge û seqaya Kobanî wî fermandarê Pêşmerge wiha got: “Hemû Pêşmerge selamet in û di rewşeke baş de ne. Îro sibehê baran dibarî û niha peşkên baranê tên.”