Print this page

Ciwanekî Kurd li bajarê Dêrkê windabûye

3:40:36 PM

RojavaNews: Ev çend rojin Ciwanekî Kurd li bajarê Dêrkê yê Rojavayê Kurdistanê windabûye , peywendiya wî bi malbata wire hatiya birîn.

Malbata Ciwanê windaiyî yê bi nave Kawa Hacî Mehmûd got ku ji şeva Sêşema derbasbûyî vet u agahî li ser kurê wan li cem wan tuneye.

Her li gorî malbata Kawa ,ku ewan li gorî xwe li her cihekî geriyane , lê tu zanyarî bi est nexistine , herwiha wan seredana hemû aliyên ku ciwanên bi temenê Kawa  di revînin û digrin kirin, lê wan ta niha nikarîne kurê xwe bibîne.

Kawa Hacî Mehmûd  ji dayk bûne 1998 ye ,û endamê Partiya Demukrata Kurdistana Sûriyê ye , û ji gundê Habl Hewa yê gundewarê Dêrikê ye.