Print this page

ENKS: 'Bila Pêşmergeyên Rojava tevlî HSDê bibin'!

Rojava News: ENKSê daxwaza Serokê Îtîlfa Dijbereya Sûriyê şandina Pêşmergeyên Rojava bo Ezazê red kir û daxwaz kir, ku Pêşmegeyên Rojava tevlî Hêzên Sûriya Demokratîk bibin.

Kurdên Rojavayê Kurdistanê li ser her du mijarên, pêşketinên Hêzên Sûriya Demokratîk ber bi bajarên Reqayê û Munbicê ve û redkirina daxwaza Serokê Iitîlafa Dijbereya Sûriyê Enes Ebde ji aliyê Encumena Niştîmaniya Kurd li Sûriyê (ENKS) ve xwedî nêrîneke hevbeş in.

Enes ebde di serdana xwe ya bo Başûrê Kurdistanê de, daxwaz kiribû, ku Pêşmergeyên Rojava derbasî nav axa Sûriyê û bi taybet Ezazê bibin û bi çekdarên dijbereyê re li dijî terorîstan şer bikin.

Lê belê ENKS li dijî wê daxwaza Enes Ebde derket û red kir, ku Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê bişîne Ezazê.

Endam û alîgirên Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENK) jî li dijî daxwaza Serokê Iitîlafa Dijbereya Sûriyê Enes Ebde ne, û naxwazin Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê li derveyî herêmên kurdî û di operesyonên leşkerî yên li Sûriyê de beşdar bibin.

Li gorî zanyariyan, hejmara Pêşmergeyên Rojava ku niha li Başûrê Kurdistanê ne û perwerdehiya leşkerî dîtine, zêdetirî 6 hezar kesan e.

Hêzên Pêşmergeyên Rojava beşdarî di şer de jî kirine. Piştî êrişên DAIŞê bo ser deverên Başûrê Kurdistanê, hêzên Pêşmergeyên Rojava jî di çeperên bergirîkirin ji axa Kurdistanê de amade bûn û li dijî çekdarên rêxistina DAIŞê de şer kirin.