12:42:39
Rojava News: İro serê sibehî êrîşek bi ser ofîsa PDKSê ya Amûdê hatiye kirin, derî û pencereyê wê jî hatine şikandin.
Serkirde kî PDKSê îro li ser malpera xwe ya facebookê belavkiriye; Ofîsa PDKSê ya Amûdê ji aliyê kesên nenas ve rastî êrîşekê hatiye, derî û pencereyê wê şikandine, û herweha hemû kelûpelên li nav ofîsê hatine dizîn.
Endamê Komiteya Navendî yê PDKSê Mihemmed Saît Vadî li ser malpera xwe ya fermî de gotiye “Dema ku hevalên me serê sibehî ji bo dewama xwe ya li Ofîsa PDKSê dibînin ku derî û pencere hatine şikandin, hemu kelûpelên nav ofîsê û amûrên teknîkî hatine dizîn, tiştê yê mayî jî şikandine.”
Mihemmed Saît Vadî di parvekirina xwe de gotiye; Em texmîndikin ku ew êrîş ji aliyê kesên li beranber PDKSê diltund, û hewlên tolvedanê birêvedibin ve hatiye kirin.
Û got; Em êrîşên bi vî şewayî şermezardikin, û em bangî hemû hevalên xwe gelê Kurd dikin da neyên lîstokê rejim û peyrokên wê, ji ber ku ew ji bo doza Kurdînî metirsiyekî mezine.
Berî niha jî ji berê ve êrîşên bi vî rengî li ser ofîsên PDKSê û ENKSê yê bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê hatine kirin.