Print this page

Leşkerên Fransa li Kobanî ne!

10:26:49

 

Rojava News: Leşkerên Fransa bo piştevanîkirina HSDê û hêzên Kurd gihîştin Rojavayê Kurdistanê û li girê Miştenûr ê bajarê Kobanî hatin bicihkirin.

Ajansa Sputnik a Rûsya li ser zimanê çavkaniyeke Kurd ragihand, ku hêzên Fransî binkeyeke leşkerî li ser girê Miştenûr ê bajarê Kobanî ava dikin.

Li gorî zanyariyan, dê ew bingeha leşkerî ji bo bicihkirina rahêner û şêwirmendên leşkerî yên Fransî bê bi kar anîn.

Çavkaniyeke nêzîkî Wezareta Derve ya Fransa jî ji ajansa France Press re daye zanîn, ku karê wan hêzên navdewletî, di nav de jî hêzên Fransî, pêşkêşkirina şêwirên pêwîst ên leşkerî bi hêzên HSDê di şerê li dijî çekdarên DAIŞê de û bi gotina heman çavkaniyê ev yek di çarçoveya hewlên hevpeymaniya navdewletî li dijî DAÎŞê de ye.

Ji bilî hêzên Fransa, leşkerên Amerîka jî bi şêweyekî aşkere li Rojavayê Kurdistanê hatine bicihkirin û 2 binkeyên leşkerî li Rimêlan û Kobanî bi kar tînin.