11:33:11
Rojava News: Endamên Partiya Demokrata Kurdistana Suriyê (PDKS) li Stenbolê digel beşdariya berpirsên partiyên Kurd 59 salvegera damezrandîna PDKS'ê pîroz kirin û di merasîmê de têkoşîna Mele Mistefa Barzanî hat bibîranîn.
Endamên Partiya Demokrata Kurdistana Suriyê (PDKS) li Stenbolê digel beşdariya berpirsên partiyên Kurdistanî 59 salvegera damezrandîna PDKS'ê pîroz kirin. Di kombûnê de endamên PDKS ji beşdaran re behsa têkoşîn û planên partiya xwe kirin.
Endamên komîteya herêmî yên PDKS’ê ragihandin ew dê herdem li ser rêya serokê nemîr Mele Mistefa Barzanî tekoşîna xwe berdewam bikin û bang li aliyên sîyasî yên kurdan kirin.
Derbarê vê mijarê Endamê Komîteya Herêmî ya PDKS’ê Mihyedîn Şêxseydî ji K24’ê re wiha got:"Em li ser rêbaza Barzanîyê nemir in em ê karê xwe bikin heta taliyê û em ê Kurdistaneke serbixwe bibînin.Em ji hemu kurdan dixwazin berjewendiyên hizbî deynîn alîyeke û bo netewa xwe kar bikin."
Li gor endamên PDKS’ê ji bo pêşketînê û nasandina kurdan li dinyayê pêwîstiya kurdan zêdetir bi dîplomasîyê heye.
Derbarê vê babetê de Endamê Komîteya Herêmî ya PDKS’ê Mistefa Ebdo wiha axivî:"Ji berê heta niha Kurd bi rêya şerî tekoşîna xwe kirîne. Lê dive em di ware sîyasetê de pêşbikevîn."
Di kombûnê de kurdên ji Rojavayê Kurdistanê ku li Stenbolê bi cih bûne, ji aliyên sîyasî xwestin ew bi hevre kar bikin û ji bo miletê kurdan Kurdistaneke azad ava bikin. Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê di sala 1957’an li Rojavayê Kurdistanê hatiye damezrandin û baskek ya PDK li Suriyê ye, yekem partiya siyasî ya kurdên Sûriyê ye.